Derbarê Îdlibê Rûsiya sozek daye Tirkiyê

Serokatîya Komara Tirkiyê, ragehand, derbarê hêrişa hêzên Sûriyayê bo ser Îdlibê, Rûsiya soz daye Enqereyê.

K24- Hewlêr

Serokatîya Komara Tirkiyê, ragehand, derbarê hêrişa hêzên Sûriyayê bo ser Îdlibê, Rûsiya soz daye Enqereyê.

Gotebêjê serokatîya Komara Tirkiyê, Îbrahîm Kalin, got: Em dibînîn hêriş li ser sinûrê Îdlbê zêde bûne, li ser evê mijarê jî, me peyameka yekalîker araste ya Rûsiyê kirîye, di bersiv de  Moskoyê di danûstandinan de li gel şanda Tirkiyê li Mosko, Rûsiyê soz daye ku hewlên xwe bide di dema 24 demjimêran de şer bihêt rawestandin.

Îbrahîm Kalin got jî: Em pêşbînî dikîn yekser şer li ser Îdlibê bihêt rawestandin û evê yekê jî pêwîstî bi rêkkevtineka nû ya agirbestê heye.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, pirsa parêzgeha Îdlibê girêdayî ye bi berpirsyartîya civaka nêvdewletî û bi dewleta Rûsiyê ve.