7 jinên DAIŞê xwe radestî Tirkiyê dikin
7 jinên DAIŞê yên ji kampa Holê li başûrê Hesekê reviyabûn, xwe radestî hêzên ewlekatiyê yên Tirkiyê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
7 jinên DAIŞê yên ji kampa Holê li başûrê Hesekê reviyabûn, xwe radestî hêzên ewlekatiyê yên Tirkiyê kirin.
Ajansa “AA” belav kir, 7 jinên DAIŞê yên ji regerza Tirkî ne, piştî ji kampa Holê revaniya li deriyê sînorî Cîlvegozu ku li aliyê Sûriyê bi navê “Bab El Hewa” ye, xwe radestî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê kirin.
Da zanîn jî, hêzên ewlekariyê ew 7 jinên DAIŞê radestî desthilatên dadweriyê kirin.
Di dema êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurd de, hejmarek ji jin û zarokên DAIŞê karîn ji kampê Holê ya di destê HSDê de ye birevin.
S. B