365 koçberên neyasayî li Tirkiyê hatin desteserkirin
Li Tirkiyê 365 koçberên neyasayî hatin desteserkirin. Li gor amarên fermî îsal li Tirkiyê bi giştî ji 440 hezaran zêdetir penaber, ku xwestin e derbasî welatên Ewropa bibin, hatine desteserkirin.
K24- Hewlêr
Li Tirkiyê 365 koçberên neyasayî hatin desteserkirin. Li gor amarên fermî îsal li Tirkiyê bi giştî ji 440 hezaran zêdetir penaber, ku xwestin e derbasî welatên Ewropa bibin, hatine desteserkirin.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê, bi armanca astengkirina koçberiya neyasayî, li gelek deverên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê operasyon encam dan. Ligor agahiyan, di heyama 24 demjimêran de, piraniya wan li bajarên beravên Tirkiyê bi giştî 365 penaber hatin desteserkirin. Liser sînorê Îran û Wanê jî, termê penaberek ku di berfê de qufilî bû hate dîtin.
Ligor daneyên hêzên ewlekarî, di heyama salekê de li seranserê Tirkiyê bi giştî 441 hezar û 532 koçberên neyasayî hatine desteserkirin, ku piraniya wan welatiyên Pakistan, Efxanistan û Bangladeşê ne.
Li gor agahiyan, penaber herî zêde, li bajarê Edîrneyê liser Sînorê Yunanistan û Bulgaristanê hatine desteserkirin, ku di heyama salekê de hejmara wan digihe123 hezar û 377 kesan.