7 penaber di gola Wanê de canê xwe jidest dan

Li Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê belema penaberan binav bû û 7 kesan canê xwe ji dest dan û 64 kes hatin rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê belema penaberan binav bû û 7 kesan canê xwe ji dest dan û 64 kes hatin rizgarkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, li gola Wanê li nêzikê qeraxa bajarokê Edilcewazê belemeke penaberan binav bû.

Diyar kir jî, 64 penaber ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin rizgarkirin, lê 7 penaberan jî canê xwe ji dest dan.

Amaje bi wê jî da, lêgerîn û rizgarkirina penaberan berdewam e û eger heye hemjara miriyan zêdetir bibe.

Hejmarek zêde penaberên Afgan, Pakîstan û Îranî bi ser bajarê Wanê re berê xwe didin Tirkiye û Ewropayê.

 

 

S. B