Erdogan artêşa Tirkiyê dişîne Lîbyayê

Hikûmeta Tirkiyê piştî Sûriyê vê care jî çavê xwe daye Lîbyayê û dixwaze leşkerên xwe bişîne wî welatî jî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê piştî Sûriyê vê care jî çavê xwe daye Lîbyayê û dixwaze leşkerên xwe bişîne wî welatî jî. Meha bê Parlemana Tirkiyê deng li ser şandina hêzên bo Lîbyayê dide, ku ji aliyê Hikmeta Tirkiyê ve hatiye pêşniyazkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di kombûneke digel Serokê Şaxên AK-Partiyê de diyar kir, ewê piştgiriya xwe ya bo Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê zêdetir bikin. Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê daxwaza hêza leşkerî ji wan kiriye. Ew vê daxwazê qebûl dikin û dê leşkerên xwe bişînin wî welatî.

Erdogan got: “Kî me vexwîne, emê herin. Ger em neyên vexwendin em naçin. Niha Lîbyayê em vexwendine û emê herin. Em li ser piştgirîkirina Lîbyayê rijd in. Dema Parlementa me dest bi kar bike, xebata me ya yekemîn pêşkêşkirina projeyasaya şandina leşkeran bo Lîbyayê ye. Bi pesendkirina Parlemenê emê bi awayek çalaktir piştgiriya Lîbyayê bikin. Em 8ê meha pêşniyara xwe ji Parlemenê derbas bikin û biçin Lîbyayê.”

Lê ji çûyîna Lîbyayê re bingeha piştgiriyeke navdewletî jê re nîne. Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov bi awayek lezgîn bersiva Erdogan da û diyar kir, destêwerdana aliyên sêyem di krîza Lîbyayê de çareser nake.  

Erdogan hinceta çûyîna xwe ya bo Lîbyayê bi dewleta Osmaniyan ve girê dide. Li gor wî, wan li cîhanê şaristaniyeke berifreh û dîrokî heye û yek ji wan a herî girîng a wê şaritaniyê li deryaya Spî û bakurê Efrîqayê ye. Nabe ew xwe ji bûyer û pêşhatên wê navçeyê re bêdeng bikin.

Di vê çarçoveyê de Serokomarê Tirkiyeyê duh ji nişka ve serdana Tunusê jî kiribû û ragihandibû, ew digel Tunusê li ser hevkarîkirina Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê xwedî yek helwest in.

Hikûmeta Tirkiyê  27ê meha bûrî bi Lîbyayê re rêkeftina hevkariya leşkerî kiribû.

 

S. B