Tirkiyê karwaneka dî ya serbazî dişîne Sûriyê

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, direngê şeva bûrî, karwaneke serbazî ya Tirkiyê ji derîyê sinûrî yê Kefer Lûsîn li bakûrê Îdlibê derbazî Sûriyê bûye. Ew karwan jî, ji 85 otombêl û zirîpoşên serbazî pêkhatibû.

K24- Hewlêr

 Riwangeha Sûriyî aşkera jî kirîye, ku pişkek ji hêzên Tirkiyê çûyîne xala sinûrî ya Elîs li başûrê Helebê û beşek dî jî çûye devera Raşdîn li rojava ya Heleb.

Şandina evan hêzan di demekê de ye, hêzên artêşa Sûriya di hêrişên xwe de bo ser deverên parêzgeha Îdlibê  berdewam in ji hêzên Tirkiyê nêzîk bûne.