Pêkhateyên Îraqê koç dikin
Pêkhateyên Îraqê bi sedema girjî û alozîyên piştî xwenîşandanên Oktoberê, metirsî ketîye ser jîyana wan. Hinek ji wan berê xwe didin Kurdistanê û hinek jî diçin derveyê welat. Endamekê perlemana Îraqê jî, ji pêkhate ya Kirîstîyanan dibêje: di hemû girjîyan de pêkhate yekem qurabnî dibin. Hevdem endamekê pelemana Kurdistanê jî, ji Perlemana Kurdistanê dibêje: Çunku Herêma Kurdistanê aramtirîn devera Îraqêye; lew pêkhate berê xwe didin Kurdistanê.
K24- Hewlêr

Bi sedema alozîyên evê dawîyê yên Îraqê û bi sedema arîşeyên tayfî, nêzîkî 140 hezar kirîstîyanan koç kirîne, ev ji bilî ku hejmreke mezin ji wan li Kurdistanê dimînin.
Li gor wan amarên li ber destên wan rêkxistî yên ku kar li ser mafên pêkhateyan dikin, berî sala 2003yê milyonek û 300 hezar Kirîstîyan li Îraqê hebûn, lê niha kêmtir ji 200 hezaran mane û piranîya evê hejmareyê jî li Herêma Kurdistanê ne.
Li gel serheldana Daişê 300 hezar Êzdîyan Îraq hêlane û pêkhateyên Sabîe jî ku hejamra wan 60 hezar malbat bûn, kêmtir ji 3 hezaran li Îraqê mane. Girjîyên evê dawîyê jî bûyîne sedema wê yekê ku dîsan hejmareke din koç bikin bo derve ya welat û hejmarek jî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê