Zaxarova: ji ber hebûna Amerîka ewlekariya rojhilatê Feratê lawaz e
Wezareta Derve ya Rûsya radigehîne, ji ber hebûna Amerîka û lêdanên asmanî yên Îsraîlê, ewlekariya rojhilatê Feratê lawaz e.
K24- Hewlêr
Wezareta Derve ya Rûsya radigehîne, ji ber hebûna Amerîka û lêdanên asmanî yên Îsraîlê, ewlekariya rojhilatê Feratê lawaz e.
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Marya Zaxarova di kongirekî rojnamevanî de ragihand, dê rewşa li rojhilatê Feratê qels bimîne ji ber lêdanên asmanî yên Îsraîlê û hebûna ne rewa ya Amerîka û hevpeymanên wê li navçeyê.
Zaxarova derbarê Idlibê de jî got, Moskwo daxwaza ektîvkirina rêkeftna Rûsyê û Tirkiyê ya derbarê parêzgeha Îdlibê dike, ku giropên çekdarên tundrew ji yên nerim bên cuda kirin. û tekez kir ku ew rê nadin ku navçeyek li wê parêzgehê dibin kontirola teroristan de hebe.