Elî Babacan: Divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin û fişar li HDPê neyên kirin

Wezîrê Berê yê Darayî Elî Babacan ku amadekariya damezrandina partiyeke nû dike dibêje, divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin û fişar li HDPê neyên kirin.

K24- Hewlêr

Wezîrê Berê yê Darayî Elî Babacan ku amadekariya damezrandina partiyeke nû dike dibêje, divê Selahedîn Demîrtaş were azadkirin û fişar li HDPê neyên kirin.

Elî Babacan, ku bi piştevaniya Serokomarê Berê yê Tirkiyê Ebdula Gul, amadekariya damezrandina partiyeke nû dike dibêje, ew dê di nav meha yekê ya 2020an de partiya xwe damezrîn in. Babacan got, partiya wan, dê bibe partiyek navendî û sîstema takekesî dinav partiya xwe de jî qebûl nakin.

Babacan îdîa dike ku, ew dê aboriya Tirkiyê di nav mehekê de rast bikin, ku rêya vê, di zêdekirina maf û azadiyan re derbas dibe.

Babacan her weha got, divê ji bo siyasetê pêiya HDPê were vekirin û nabe Selahedîn Demîrtaş, bi awayek girtî were dadgehkirin.