Komîsyona Rewşa Awarte ya Tirkiyê: Zêdetir ji 126 kesan bi hinceta stem li wan hatiye kirin, serdana wan kirîne
Serokê Komîsyona Rewşa Awarte ya Tirkiyê Salih Tanrikulu eşkere dike: Wan piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê, di 22ê Gulan a 2017an de dest bi kar kirin e û 126 hezar û 300 kes bi hinceta stem li wan hatiye kirin, serî li Komîsyona Rewşa Awarte dan e.
K24- Hewlêr
Serokê Komîsyona Rewşa Awarte ya Tirkiyê Salih Tanrikulu eşkere dike: Wan piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê, di 22ê Gulan a 2017an de dest bi kar kirin e û 126 hezar û 300 kes bi hinceta stem li wan hatiye kirin, serî li Komîsyona Rewşa Awarte dan e.
Serokê Komîsyona Rewşa Awarteyê Salih Tanrikulu kombûneka rojnamevanî saz kir û di derbarê kar û xebatên du salan a komîsyonê de agahiyên berfireh da medyayê. Tanrikulu dibêje 126 hezar û 300 kes bi hinceta ko stem li wan hatiye kirin serî li komîsyonê dane. Wan li ser 490 hezar belgeyan lêkolînên ciddî kirine û biryar li ser nêzikê 100 hezar kesan dane.
Salih Tanrikulu got: Komîsyona me di derbarê 98 hezar û 300 serîlêdanan de biryara xwe da. Komîsyona me serîlêdana 9 hezar û 600 kesan qebûl kirin û serîlêdana 88 hezar û 700 kesan red kirin. Kesên ko dosyeyên wan hatine qebûlkirin dikarin vegerin karên xwe. Ji bo kesên ko dosyeyên wan hatine redkirin jî riya dadgehan vebû û pêvajoya dadkirinê destpê kir.``
Komîsyona Rewşa Awarteyê niha lêkolîn li ser 28 hezar serîlêdanan dike û ji bo vê lêkolînê jî 160 kesên pispor dixebite. Komîsyon dê di demek nêzik de li ser wan jî biryara xwe rabigihîne.
Li Tirkiyeyê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê rewşa awarte hatibû ragihandin û rewaşa awarte du salan berdewam bûbû. Di wê pêvajoyê de piraniya wan bergûmanên Tevgera Fetullah Gulen nêzikê 500 hezar kes hatibûn lêpirsînkirin û nêzikê 150 hezar karmendên hikûmetê ji kar hatibûn dûrxistin. Lêpirsîn û jikardûrxistina karmendan niha jî berdewam e.