Finlanda dawiyê bi erkê hêzên xwe li Iraqê tîn e û wan vediguhêze Herêma Kurdistanê
Hikumeta Finlanda dawiyê bi erkê hêzên xwe li Iraqê tîn e û ji bo herêma Kurdistanê vediguhêze.
K24- Hewlêr
Hikumeta Finlanda dawiyê bi erkê hêzên xwe li Iraqê tîn e û ji bo herêma Kurdistanê vediguhêze.
Malpera UT City ya Finlandî belav kiriye, artêşa welatê wan di sala 2020an de, dawîyê bi erkê xwe li Iraqê tîn in û hemû hêzên xwe ji bo bajarê Hewlêrê vediguhêzin.
Eşkere jî kiriye, hêzên wan dawî bi meşqkirina Hêzên Iraqê anî ne û piştî veguhestina wan ji bo Hewlêrê, dê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de berdewamiyê bide karê xwe.
Hêzên Finlanda li Iraqê hejmara wan nêzî 80 serbazan e û erkê wan, meşqkirina hêzên Iraqê ye.