Li Evxanistanê ji 2009 ve, zêdetir ji 100 hezar sivîl hatîne kuştin û birîndarkirin
Tadamîçî Yamamuto, Serokê şanderê Netewe yên Hevgirtî bo pêşkeşkirina alîkarîyan li Evxanistaanê, ragehand: Hejmara qurbanîyên tundûtîjîyê, ji sivîlan li Evxanistanê , di dema 10 salên dawîyê de 100 hezar burandîye.
K24-Hewlêr
Tadamîçî Yamamuto, Serokê şanderê Netewe yên Hevgirtî bo pêşkeşkirina alîkarîyan li Evxanistaanê, ragehand: Hejmara qurbanîyên tundûtîjîyê, ji sivîlan li Evxanistanê, di dema 10 salên dawîyê de 100 hezar burandîye.
Yamamutu di beyanekê de xuya kir, ev amar derbarê wan kesane yên ji sala 2009 ve hatîne kuştin yan birîndarkiri, ku ji wê demê ve ajansa Netteweyên Hevgirtî tomara navên sivîlên qurabanî dike li Evxanisatnê bi awayeke zanistîyane.
Neteweyên Hevgirtî daxwaz ji alîyên peywendîdar li Evxanistanê kir li dûv çareserîyekê bigerin ku sinprek ji tundûtîjêyê re bihêt danan di welat de.
Bizava Talîban ku yeke ji komên çekdarên dijî hikumetê li Evxansitanê, red dike bikeve di danûstandinê rasterast de li gel hikumeta Kabûlê bi bîyanûya wê yekê ku hikumetê Emerîka di welat de durist kirîye. Hevdem ev bizav li Dewhe ya paytexta Qeterê rasterast danûstandinan li gel Waşintinê dike. ev danûstandin jî gehya qonaxeka giring, wek şanderê Emerîkarê bo aştbûnê, Zelamay Xelîl Zad behs dike.