Artêşa Tirkiyê bingehên YPGyê li bakurê gundewarê Helebê topbaran kir
Artêşa Tirkiyê bingehên Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) li bakurê gundewarê Helebê topbaran kir.
K24- Hewlêr
Artêşa Tirkiyê bingehên Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) li bakurê gundewarê Helebê topbaran kir.
Rewangeha Sûrîya ya Mafên Mirov belavkirîye, duhî şervanên YPGyê li rojavayê bajarokê Izazê êrîşî xalên dijberîya Sûriyê kirin.
Li gor Riwangehê di beramber de artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina bingehên YPGyê li Mirinaz û Firokexaneya Minix ya serbazî kirin û zîyanên encamên wan êrîşan tenê madî bûn.
Hatîye belav kirin jî, ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar gundên Xaldîye û Erîda yên gundewarê Eyîn Îsayê jî topbaran kirin .