Nêçîrvan Barzanî: her çareseriyek divê li ser bingeha destûr û li gor rênîşanderên yasayî be

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewş û pêşhatên Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewş û pêşhatên Iraqê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, diyar e Serok Komar birêz Dr. Berhem Salih dûr ji mekanîzm û bingehên destûrî, ketiye bin guvaşeke zêde. Di vir de dûpat dikin ku her çareseriyek divê li ser bingeha destûr û li gor rênîşanderên yasayî be.

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Bi dilgiraniyeke zêde û ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Iraqê û pêşhatên wê dikîn ku li qeyranekî kûr daye. Di demek da metirsiya nearamî û zêdetir alozbûna rewşê, mijûle welat berev paşarojeke nediyar ve dibe. Erkê me hemûyan e bi hevdu têgihiştin û giyanekî niştimaniyaneya berpirsane, muamele li gel rewşê da bikin û dûrî li guvaşa siyasî, bi mekanîzmên destûrê ve qonax bê derbas kirin.

Di babeta raspardina berbijêrê Serok Wezîrê nû yê Iraqê de, diyar e Serok Komar birêz Dr. Berhem Salih dûrî li mekanîzm û bingehên destûrî, ketiye bin guvaşeke zêde ve. Di vir de dûpat dikin ku hemû çareseriyek divê li ser bingeha destûr û li gor rênîşanderên yasayî be.

Bi mebesta destnîşankirina berbijêrekî niştimanî yê ji bo Serok Wezîr ku cihê gengeşeyê nebe û ji aliyê hêzên bi bandor ve qebûlkirî be, pêwîst e daxwazên rewayên xwepêşander‌an û rewş û berjewendiyên welat li destnîşankirinê da bê berçav girtin, ji bo derbaskirina qonaxa derbaskirina paşarojê û xwe amadekirina ji bo hilbijartina nû hevkariya Hikûmeta nû jî bê kirin.

 

S. B