Li Efrînê çekdaran 8 welatî ji navçeya Bilbilê revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê ne, zêdetir ji 8 kesan ji navçeya Bilbilê revandin û koçberên Idlibê li şûna Kurdan bicih dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê ne, zêdetir ji 8 kesan ji navçeya Bilbilê revandin û koçberên Idlibê li şûna Kurdan bicih dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, Îstixbarata Tirkiyê û Polîsa Medemî roja 23ê vê mehê zêdetir ji 8 welatiyên Kurd bi tometa leşkeriya neçar li cem Rêveberiya Xweser kiribûn ji navçeya Bilbilê revandin.

Wê rêxistinê navê 8 kesên hatine revandin aşkere kir û da zanîn, ji bilî van navan jî hene: Ebdo Mihemed Horo, Îbo Îbrahîm Horo, Ebdilrehman Mihemed, Cîger Eslan Şêxo, Kawa Teter Mihemed, Bêrîvan Reşîd Gulê, Osman Silêman Ehmed.

Di beşeke din a raportê de hatiye, grûpên çekdar bi darê zorê destên xwe datînin ser malên Kurdan û wan jê derdikin û koçberên ji ber operasyona leşkerî ya Idlibê direvin, li şûna wan bicih dikin.

Ji aliyekî din ve jî wê rêxistina mafên mirovan belav kir, grûpa çekdar Sultan Silman (Emşat) baca 10 hezar Dolar li her malbateke gund û navçeya Şiyê sepandiye, bi bihaneya ku têçûna çekdarên xwe dabîn bike.  

 

S. B