Ji bo şandina leşkeran bo Lîbyayê Parlemana Tirkiyê kom dibe

Parlemana Tirkiyê ji bo şandina leşkeran bo Lîbyayê bi awayekî awarte kom dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemana Tirkiyê ji bo şandina leşkeran bo Lîbyayê bi awayekî awarte kom dibe.

Serokatiya Firaksiyona AK-Partiyê nameyeke agahdarkirinê bo parlemanterên xwe şand û diyar kir, eger heye 30ê meha Berçile, roja Duşemê projeyasaya şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê pêşkêşî parlementoyê were kirin û 2ê Çile jî, roja Pênceşemê demjimêr 14:00an de jî Civata Giştî ya Parlementoyê kom bibe.

Serokatiya Firaksiyona AK-Partiyê daxwazê ji hemû parlemanterên xwe dike ku li gor vê bernameyê li Parlemenê amade bin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû, ewê piştgiriya xwe bo Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê zêdetir bikin. Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê jî daxwaza hêza leşkerî ji wan kiriye. Ew vê daxwazê qebûl dikin û dê leşkerên xwe bişînin wî welatî.

Li ser vê pirsê, îro Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li dijî şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê derket û got, hikûmeta Tirkiyê ji bo biratiya îxwan dixwaze biçe Lîbyayê. Lê di dema dengdanê, ewê dengê nexêr bidin projeyasaya şandina leşkeran.

 

 

S. B