Artêşa Iraqê hêzeke zêde dişîne Kerkûkê

Bi armanca kontrolkirina rewşa ewlehiyê û piştî zêdebûna kiryarên DAIŞê, hikûmeta Iraqê hêzeke artêşa Iraqê dişîne Kerkûk.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi armanca kontrolkirina rewşa ewlehiyê û piştî zêdebûna kiryarên DAIŞê, hikûmeta Iraqê hêzeke artêşê dişîne Kerkûkê.

Ev yek di demekê de, şeva bûrî êrîş li binkeya Amerîkî li Kerkûkê K1 hate kirin û karmendekî Amerîkî ku bi artêşa Amerîka kar dike hatibû kuştin û hejmarek ji serbazên Amerîkî û Iraqê birîndar bûbûn.

Têkçûna zêdetir a rewşa ewlehiya Kerkûkê, çalakbûna DAIŞê û encamdana êrîş û teqeyan, hîşt ku hikûmet Iraqê hêzeke serbazî ya zêdetir bişîne sînorê wê parêzgehê.

Li gor jêderekî ji ewlehiya Iraqê, ew hêz gihîştiye derdora parêzgeha Kerkûkê, ev pêngav jî ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê û encamdana ger, pişknîn û desteserkirina kesên tometbar e.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewşa Kerkûkê ne cîgir e û hêzên Iraqî nekarîn sînorekê ji kiryarên DAIŞê re deynin û ewlehî û aramiya parêzgeha Kerkûkê biparêzin.

 

S. B