Îsmaîl: Ji bo yekrêziyê, cîdiyetiya PYDê ji ENKSê ve ne xuya ye
Berpirsê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl radigihîne, heta niha daxwaza yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tenê li ser ragihandinê tê kirin, heta niha ti gav ji bo avakirina baweriyê ji aliyê PYD û Rêveberiya Xweser ve nehatine avêtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl radigihîne, heta niha daxwaza yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tenê li ser ragihandinê tê kirin, heta niha ti gav ji bo avakirina baweriyê ji aliyê PYD û Rêveberiya Xweser ve nehatine avêtin.
Berpirsê Polîtburoya PDK-S û Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de li ser rewşa Sûriyê bi giştî ragihand, hîn aliyên navdewletî li ser çareseriya krîza Sûriyê ne rêkeftî ne, lihevkirinên hene jî, dualî û sêalî ne û ne bi awayekî navdewletî ye û pêngavên li ser erdê tên avêtin, ber bi proseya çareseriya siyasî ve naçin.
Diyar kir jî, heta niha pirsgirêk bi bijardeyên çekdarî tên kirin. li Idlibê şer û wêrankirin e, bi hinceta hebûna grûpên terorist, xelkê sivîl tê kuştin û koçberkirin, li herêmên rojavayê Firatê destêwerdanên hêzên herêmî û grûpên çekdar hene, li rojhilatê Firatê hêzên 4 dewletên mezin bêyî ku bi hev re rêkeftî bin hene.
Herwiha got, li ser asta opozîsyona Sûriyê û Desteya Danûstandinê jî, ecindeyên navdewletî li ser wê nakok in, Siûdiye dixwaze wê ji destê Tirkiyê derbixe û kongreya Riyaz 3 çê kiriye.
Li ser pirsa Komîta destûrê Îsmaîl da zanîn, Komîta Destûrê çend civîn kirin, lê aliyê rêjîmê hin berbest danîn, Şanderê Navdewletî jî civîn rawestandin û got heger Rûsya fişarê li rêjîmê neke bo berdewamiya karê vê komîtê, dê ti pêşketin tê de nebe, ji ber ku rêjîm nayê guftûgoyan nake.
Li ser bicihkirina plana guhartina demografiya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar de, Îsmaîl got, êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ne bi bihaneya nakokiyên bi aliyekî siyasî re ye, tekez bû ku şerê wê li dijî miletekî ye, ku hebûn û cugrafiya miletekî resen û pêkhateyeke sereke ya Sûriyê diguherîne. ENKS jî bi hemû karînên xwe li dijî vê yekê derdikeve û xebatê dike û ji bo rawestandina vê plane bi hemû aliyên navdewletî re di pêwendiyê de ye.
Derbarê pirsa yekrêziya Kurdî de Îsmaîl got, helwesta ENKS di vê pirsê de diyar e, ENKS cidî ye û destê wê bo yekrêziyê dirêjkirî ye got: Me daxwaz ji aliyê PYDê kiriye ku xalên baweriyê bicih bike, lê heta ew yek bicih nekiriye. Herwiha aliyekî gerentîkar jî bo vê pirsê pêwîst e, ji ber PYDê rêkeftinê berê binpê kirine.
Herwiha got jî: Heta niha daxuyaniyek ji aliyê Rêveberiya Xweser de derketiye, ew daxuyanî jî mikurhatinek e ku wan kiryarên xirap di derheqê miletê me de kirine. Îsmaîl tekez kir jî: Em daxwazê ji aliyên navdewletî û Herêma Kurdistanê dikin, ku rola wan di vê derbarê de hebe, ku hevbeşiyeke rasteqîne pêk were, ta ku bibe bingehek bo bidestxistina mafên gelên me yên siyasî, dîplomasî û di pêşeroja Sûriyê de.
Li ser avakirina baweriyê di navbera aliyên Kurdî de, Îsmaîl got: Yekrêzî divê bi yek selikê be, pirsa girtî û windakiriyan li stûyê aliyê din e, ji ber wan ew girtine û wan ew winda kirine. Pêwîst komîte ji bo vê pirsê bêna avakirin, divê ew çarenivîsa girtî û windakiriyan aşkere bikin. û ENKS beşdariyê di ti komîteyên wan de nake.
Îsmaîl tekez kir jî, heta niha daxwaza yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tenê li ser ragihandinê tê kirin, heta niha ti gav ji bo avakirina baweriyê ji aliyê PYD û Rêveberiya Xweser ve nehatine avêtin û cidibûna wan heta niha jî ji ENKSê re ne xuya ye.
Derbarê girêdana Kongreya ENKSê de Îsmaîl diyar kir, hin gav bo girêdana kongreyê hatine avêtin, her dema rewş bo girêdana kongreyê guncaw be û derfeta girêdana wê peyda bibe, ENKS dê kongreya xwe ya çaremîn li Rojavayê Kurdistanê girê bide.
S. B