Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Selahedîn Behdîn dike
Bi boneya girêdana kongreya heştemîn a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arastî Selahedîn Behadîn kir, bi boneya hilbijartina wî wek Emîndarê Giştî yê Yekgirtû.
K24 – Navenda Nûçeyan

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê duhî dest bi girêdana kongreya xwe heştemîn li Hewlêrê kir û tê de Selahedîn Behadîn bi piraniya dengan wek Emîndarê Giştî yê wê partiyê hat hilbijartin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de pîrozbahiyê li Selahedîn Behadî bi boneya hilbijartina wî wek Emîndarê Giştî û li serkirdatiya nû û li tevahiya endamên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî hêvî dike, serkeftina vê kongreyê bibe sedema karkirina zêdetir ya Yekgirtûya Îslamî û hemû aliyên Kurdistanî ji bo girîngîpêdana bi tebayî û hevhelwestiyê li ser pirsên niştimanî û xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê.
S. B