“PKK ji naveroka hevdîtinên Rêveberiya Xweser û Şamê ne agahdar e”

Hevserokê Konseya Rêvebir ê KCKê Cemîl Bayik radigihîne, ew ji naveroka danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de ne agahdar in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Konseya Rêvebir ê KCKê Cemîl Bayik radigihîne, ew ji naveroka danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de ne agahdar in.

Cemîl Bayik ji ajanseke nêzîkî PKKê re axivî û got: ji destpêkê ve Rêveberiya Xweser cudabûna ji Sûriyê nexwastiye û her xwastiye di çarçoveya Sûriyayeke yekgirtî de xebatê bikin.

Hevserokê Konseya Rêvebir ê KCKê diyar kir, Rêveberiya Xweser ji bo wê armancê ji destpêkê ve hevdîtina bi rêjîma Sûriyê re xwast û ew vê yekê rast dibînin.

Tekez kir jî, ew ji naveroka hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê de ne agahdar in.

Ev di demekê de ye, piştî êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, rêkeftinek di navbera Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de hat îmzekirin, berpirên PYDê jî radigihînin, ew rêkeftin tenê di warê serbazî de ye û ew li ser ti pirseke din a siyasî yan îdarî rênekeftine.

 

S. B