Hewl tên dayîn taştêya Wanê bikeve lîsteya UNESCO'yê

Taştêvan dibêjin, xwedîlêderketin û parastina çandên xwecîh girîng in.

K24 – Wan

Taşteyê Wanê piştî ku çend berhemên xwe kiriye lîsteya Unesco'yê niha jî hewla ku taştê jî bike lîsteyê dide. Taştêvan ragihînin ku xwedîlêderketin û parastina çandên xwecîh girîng in, loma jî taşteyê Wanê ku niha li heremê û Tirkiyê navdar e, dixwazin bi cîhanê jî bidin nasandin.

Taştêya Wanê ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê navdar e, piştî ku 4 berhemên xwe wek nîşaneyên xwecîh yên Wanê, li Unesco'yê daye pajirandin; Taştêvan û saziyên bajêr niha jî dixwazin taştêyê bi tevahî li lîsteya Unescoyê zede bikin.

Rêvebirê Taştêxaneyeke navdar ya Wanê Faris Gul balê dikşîne ku taştêya Wanê li Tirkiyeyê û heremê bi nav û deng e û ew jî, bi hevkariya saziyên wek rêvebiriya çandî ya bajêr, zaningeha Wanê, jûra pişesazî û bazirganiya Wanê û hwd re, li cîhanê jî bidin nasîn. Gul tîne ziman ku rojane ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê ji bo taştê kirinê welatîn tên û ew jî, wan gelek kêfxweş dike.

Rêvebirê Taştêxaneya Taştêya Wanê Faris Gul ji K24ê re got: "Vê carê jî em dibêjin, taştêya xwe, sifreya taştêya Wanê, bi temamî, bi lîsteya Unesco'yê zede bikin. Daxwaziya me ev e, Zaningeha Wanê, Rêvebiriya Çandî ya Wanê û saziyên bajêr jî gelek piştgiriya me dikin."

Kesên ku ji bajarên cuda hatine jî tînin ziman ku ew jî piştgiriya pejirandina taştêya Wanê dikin ku ji aliyê Unesco'yê ve bê pejirandin û balê dikşînin ku taştêya Wanê hêjayî wê nasînê ye.

Taştêya Wanê di sala 2014'an de, di demjimêrekî de, ji bo 51 hezar û 593 kesan hate dayîn û kete pirtûka rîkortan Ginnes'ê, Pişt re jî berhemên taştêya Wanê : mirtoxe, poxîn, cacika toraqê û penêrê sîrîk wek berhemên xwecî ji aliye Unesco'yê ve hatibûn pejirandin.