Li Êlihî rojen wejeya Kurd hat li darxistin

Ji aliyê Şaredariya Êlihê ve di çarçoveya Rojên Wêjeya Kurd de di derbarê Helbestvan Berken Bereh de panelek hat li darxistin. Di 40 saliya hunera Berken Bereh de helbestvaniya wî û jiyana wî ji aliyê hunermendên din ên beşdar ve hat nirxandin ku di şexsê Berken Bereh de bo xwedîlêderketina hunermendên Kurd bername, wek çalakiyek girîng hat dîtin.

K24-Amed

Ji aliyê Şaredariya Êlihê ve di çarçoveya Rojên Wêjeya Kurd de di derbarê Helbestvan Berken Bereh de panelek hat li darxistin. Di 40 saliya hunera Berken Bereh de helbestvaniya wî û jiyana wî ji aliyê hunermendên din ên beşdar ve hat nirxandin ku di şexsê Berken Bereh de bo xwedîlêderketina hunermendên Kurd bername, wek çalakiyek girîng hat dîtin.

Li Êlihê bi boneya 40 saliya hunera Helbestvan Berken Bereh bernameyek hat li darxistin. Di bernameyê de nivîskarên wek Mueyed Teyîb, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîcle û Cûmhûr Olmez jî derbarê helbestvaniya Berken Bereh de nêrînên xwe anîn zimên û nivîskar Selîm Temo, Roza Metîna, Weysel Tirpan, Mermad Newayî jî helbestên Berken Bereh xwendin. Helbestvan Berken Bereh bal kêşand ser girîngiya hunera bi Kurdî û keyfxweşiya xwe bo çalakiyê anî zimên.

Berken Bereh, helbestvan, got:"Ez gelek keyfxweşim ku li bajarê zaroktiya xwe me. Ez spasiya Şaredariya Êlihê dikim ku ne tenê bo rêzdayîna min, bo xwedîlêderketina çand û zimanê Kurdî jî."

Nivîskarên ku beşdarî bernameyê bûn amaje kirin ku divê Kurd ji her neteweyekê bêhtir xwedî li nirxên xwe û bi teybetî jî li zimanê xwe derbikevin. Nivîskarên wek Mueyed Teyîb û Îrfan Amîda di warê hunera bi Kurdî de rola Berken Bereh bilind nirxandin û daxwaza berdewamiya xwedîlêderketina nirxên  neteweyî kirin.

Mueyed Teyîb, nivîskar, dibêje:"Kêm caran hîn li jiyanê rêz li helbestvanên Kurd hatiye girtin. Helbestvanên Kurd di êşkenceyan de bûne, di zindanan de bune, lê roj hatiye ku nirgê helbestvanên Kurd were zanîn."

Îrfan Amîda, nivîskar, got:"Helbestvanên Kurd ne tenê Berken Bereh, ên wek Ehmedê Xanê, Koyî, Şêrko Bêkes, Evdila Pêşew, Cegerxwîn ev ne tenê Helbestvan in, ji helbestvaniyê mezintir in, ev jî rasetkirina mafên wan bû."

Helbestvan Berken Bereh bi pênûsa xwe ya xurt û bi rihê xwe yê neteweyî di 40 salên jiyana xwe ya hunerî de 10 pirtukên helbestê nivîsî ne û her dem di parastina nirxên Kurdistanî de hestiyar bû ye. Di dawiya bernameyê de jî Muzîkjen Egît Işik jî helbestên Berken Bereh ên ku bûne stran pêşkêş kir.