Nirxandina sîyasetmedarên Kurd li ser partîyen nû
Wezîrê Darayî yê berê yê Tirkiyeyê Elî Babacan xebatên damezrandina partiyeke nû berdewam dike. Elî Babacan derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurd de gotibû; "Pirsgirêka Kurd yek ji mijarên girîng ên xebatên me ne." Aliyeke lêkolîner û nivîskarên Kurd dibêjin, Elî Babacan zemîna çareserkirina Pirsgirêka Kurd amade dike. Lê aliyeke siyasetmedarên kurd jî dibêjin, divê êdî kurd heta ku gavên şênber nebînin tenê baweriyê bi gotinan neynin.
K24-Amed
Wezîrê Darayî yê berê yê Tirkiyeyê Elî Babacan xebatên damezrandina partiyeke nû berdewam dike. Elî Babacan derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurd de gotibû; "Pirsgirêka Kurd yek ji mijarên girîng ên xebatên me ne." Aliyeke lêkolîner û nivîskarên Kurd dibêjin, Elî Babacan zemîna çareserkirina Pirsgirêka Kurd amade dike. Lê aliyeke siyasetmedarên kurd jî dibêjin, divê êdî kurd heta ku gavên şênber nebînin tenê baweriyê bi gotinan neynin.
Wezîrê Darayî yê berê yê Tirkiyeyê Elî Babacan, bi hevalên xwe re di xebatên damezrandina partiyeke nû de berdewam e. Tê gotin ku Alî Babacan ji bo çareserkirina pirsgirêkan24 komxebat avakiriye û yek ji van komxebatan jî derbarê Pirsgirêka Kurd de dixebite. Elî Babacan di pêvajoya damezrandina partiya nû de bi siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd re jî dicive û derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurd de guhdariya wan dike. Alî Babacan, derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurd de peyamên erênî dide û dibêje; "Kurd jî beşeke resen yê vî welatî ne. Em nikarin çavên xwe li Pirsgirêka Kurd bigirin." Li gorî nirxandina lêkolîner û nivîskar Fuat Onen AK Partiyê jî di destpêka damezrandinê de derbarê Pirsgirêka Kurd de tiştên baş digotin lê nêzîkatiya Pirsgirêka Kurd bi polîtîkaya fermî ve girêdayî ye û bi gotina hin siyasetmedaran ev pirsgirêk nayê çareserkirin.
Fuat Onen, lêkolîner û nivîskar, dibêje:"Divê tu hêviya gelê me ji van partiyan tune be. Divê gelê me ne li benda Elî Babacan û Dawutoglu bin ku tiştên baş bikin. Divê hêviya gel ji xwe hebe û xwe birêxistin bike û li daxwazên xwe xwedî derkeve. Daxwaza li bakurê Kurdistanê jî desthilatdarî ye, em dixwazin li welatê xwe xwedî dewlet bin û xwe birêve bibin."
Alî Babacan di nava AK Partiyê de ji aborî û Yekitiya Ewropa berpirsiyar bû. Ev herdu mijar ji aliyê civaka kurd ve jî girîng tên dîtin. Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Wezîrê Karên Navxwe yê berê yê Tirkiyeyê Beşîr Atalay jî bi Elî Babacan re tevdigerin . Beşîr Atalay Wezîrê ji pêvajoya çareseriyê berpirs bû. Di dema Beşîr Atalay de di zanîngehan de ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî gav hatin avêtin û beşên Kurdolojiyê hatin vekirin. Lê di heyama heman wezîrî de operasyonên KCK'ê hatin kirin û gelek siyasetmedarên Kurd hatin darizandin û zindanîkirin. Siyasetmedar û nivîskar Abdulbakî Erdogmuş jî bi Elî Babacan re hevdîtinek kiribû. Li goî ragihandina Abdulbakî Erdogmuş, li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên cîdî hene û yek ji van jî Pirsgirêka Kurd e û Elî Babacan bi erênî nêzîkî çareserkirina Pirsgirêka Kurd dibe.
Abdulbakî Erdogmuş, siyasetmedar û nivîskar, dibêje:"Tevgera Alî Babacan ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser nexwerêyeke nû dixebite. Li ser mijara çareserkirina Pirsgirêka Kurd û demokrasiyê gotûbêjên cîdî dikin. Bi ya min ya girîng ew e mirov bikare rêya çareseriyê bide destpêkirin. Ya girîng ew e ku her kes bikaribe mafên xwe bijî. Bi çareserkirina Pirsgirêka Kurd dê gelek pirsgirêkên navxwe û navdewletî yên Tirkiyeyê jî werin çareserkirin.
Elî Babacan dibêje , li Tirkiyeyê pirsgirêka maf û azadiyan heye û ne karê Dewletê ye maf û azadiyan bide. Li gorî aliyeke siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, gotinên Alî Babacan hêviya çareseriya Pirsgirêka Kurd dide lê dîsa jî heta gavên şênber nayên avêtin tu kes naxwaze tenê baweriyê bi gotinan bîne.