Çekdarên ser bi Tirkiyê ve hinek gundên Eyîn Îsa topbaran dikin
Girûpên çekdarên opozîsyonê çend gund li bajarokê Eyîn Îsa topbaran kir
K24- Hewlêr
Şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyê û girûpên ser bi Tirkiyê de li rojhelata Eyîn Îsayê derket û artêşa Tirkiyê çend gund li wê navçeyê topbaran kir.
Mêdyayên girêdayî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehandin, şer û pevçûn di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê Hişlum li rojhelata Eyîn Îsayê derket û artêşa Tirkiyê jî bi dijwarî gundê Fatse li nêzîk saylo ya Şirgrak topbaran kir.
Herweha li gor zanyarîyên hatîne belavkirin, ji encama topbarana artêşa Tirkiyê li rojhelata Eyîn Îsayê hejmarek ji serbazên hikumeta Sûriyê hatîne kuştin.
Roja 26ê vê mehê jî girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve gundên Erîda û Xaldîyê û li gundewarê Eyîn Îsa topbaran kiribûn. Ev yek di demekê de ye ku tevî agirbest li wê deverê hatîye ragehandin lê hêj şer û topbaran li wê dverê berdewame û girûpên çekdar dixwazin rêya M4 ya sitratejîk bixin jêr kontrola xwe.