Îraq rêkarên tundên ewlekarîyê digire ber li derdora bingeha serbazî ya Eyîn Esed
Berpirseke dîyarê Îraqê ragehand, hikumeta Bexdayê rêkarên tundên ewlekarîyê girtîye ber li derdora bingeha serbazî ya Eyîn Esed li parêzgeha Enbarê ku ji alîyê hêzên Emerîkayê ve bikar dihêt, ev jî piştî wê yekê hat ku ew bingeha serbazî rûbirûyê hejamreke hêrişan bibû.
K24- Hewlêr

Ajansa Esoştêd Pirês li ser zimanê Reed Mehmûd, ku lîwa ye di hêzên artêşa Îraqê de, belav kirîye, heya niha vekolîn berdewamin bo vedîtina tuhmetbarên wan hêrişan ku di rojên burî de bingehên serbazî yên Emerîkayê li seranserê Îraqê û heya niha ti alîyan berpirsîyatîya xwe ji encamdana wan hêrişan neragehandîye, ji wan bi armanckirina bingeha Eyîn Esed bi 5 mûşekan.
Ev jî piştî dû rojan ji wê hêrişê dihêt ku bo ser bingeha serbazî ya K1 li nêzîk Kerkûkê hate encamdan û di wê hêrişê de, fermandeyekê serbazî Emerîkayê hat kuştin û hejamreka serbazên Îraqî û Emerîkayî birîndar bûn. Berpirsên Emerîkayê aşkera jî kirin ku ew bingeha serbazî bi 30 mûşekan kirîne armanc.