Pentagon hûrgiliyên derbarê êrîşa li Iraqê dide

Her du Wezîrê Berevaniyê Mark Esper û Wezîrê Derve Mike Pompeo yên Amerîka dawî pêşhatên êrîşên Amerîka li ser pêgehên mîlîşyayên Îranê li Iraqê aşkere dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her du Wezîrê Berevaniyê Mark Esper û Wezîrê Derve Mike Pompeo yên Amerîka dawî pêşhatên êrîşên Amerîka li ser pêgehên mîlîşyayên Îranê li Iraqê aşkere dikin.

Esper û Pompeo konferanseke rojnamevanî li Florîdayê derbarê êrîşa firokeyên Amerîkî li ser pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Iraqê de lidar xistin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka (Pentagon) Mark Esper ragihand, wek bersivekê li ser êrîşa li ser hêzên Amerîka li Iraqê hatiye kirin, Pentagonê 5 pêgehên hêzên ser bi Îran ve li Iraq û Sûriyê bombebaran kirin.

Esper diyar kir, firokeyên F-15 ên Amerîka duhî 3 pêgeh li rojavayê Iraqê û 2 pêgeh li rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin û lêdanên wan serkeftî bûn û firoke û firokvanên wan bi saxî vegeriyan binkeyên xwe.

Tekez kir jî, ev êrîşê kirine di çarçova berevaniya li xwe bû û her tiştê pêwîst be, dê bikin, ji bo rê li ber “riftarên xirap” ên mîlîşyayan û Îranê bigirin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo got, ew rê nadin Îran êrîşî Amerîkiyan bikin û jiyana wan bixin metrisiyê.

Duhî Heşda Şeibî ragihand, pêgehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rastî êrîşan hatin. Rêveberiya Tevgeran a Heşda Şeibî jî diyar kir, di encama êrîşa li ser Lîwaya 45 û 46 de, 25 çekdar hatin kuştin û 51 çekdar jî birîndar bûn.

Pêr bi mûşekan êrîşek li ser serbazgeha Amerîka “K1” li bajarê Amerîkî hatibû kirin û di encamê de welatiyekî Amerîkî ku bi girêbest bi artêşa Amerîka re kar dikr hatibû kuştin û hejmarek serbazên Amerîkî û Iraqî jî bi sivikî birîndar bûbûn.

 

S. B