Çekdaran 20 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi mebesta standina pereyan ji malbatên wan, 20 welatiyên Efrînê revandin, li hember berdana her revandiyekî jî, daxwaza 10 hezar Dolarên Amerîkî dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi mebesta standina pereyan ji malbatên wan, 20 welatiyên Efrînê revandin, li hember berdana her revandiyekî jî, daxwaza 10 hezar Dolarên Amerîkî dikin.  

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Ewlehiya Siyasî û Îstixbarata Tirkiyê roja 26ê vê mehê endezyar Welîd Hesen ku karmendekî Rêveberiya Hatûçûnê ya Efrînê ye revand û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Da zanîn jî, wan her du grûpan jî duhî, her du endezyar Hemîd Mûsa û Zekwan Hesen û karmendeke Encûmena Xwecihî ya Efrînê bi navê Bangîna revadin û çarenivîsa wan jî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê ragihand jî, duhî grûpa bi navê Lîwaya Weqas bi ser gundê Anqelê yê ser bi navçeya Şiyê ve girt û 10 gundî ku piraniya wan xort in revandin û li hember her kesekî ji wan daxwaza 10 hezar Dolarên Amerîkî kirine.

Wê rêxistinê navê revandiyan aşkere kir, ku wiha ne: Îbrahîm Şukrî Elûş, Hesen Şukrî Elûş, Arif Mihemed Şukrî, Riyad Elî, Nezmî Xelîl Ehmed, Ezet Mihemed Omer. Merwan Enwer Hesen, Azad Hesen, Arif Kemal Ebîdo, Nîhad Neşet Bekir.

Herwiha grûpa “Emşat” pêr 3 welatî ji gundê Çeqela yê Şiyê revandin û li hember berdana wan jî daxwaza 10 hezar Dolarên Amerîkî ji malbatên wan kirine.

Wê rêxistina mafên mirovan diyr kir, li navçeya Şera ku berî hefteyekê welatiyê ji gundê Dêrsiwanê Husên Nûrî hatibû revandin û pişt ku pere dabûn û hatibû berdan, lê careke din duhî grûpa Polîsa Medenî Husên Nûrî û diya wî û hevjîna wî revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve û heta niha, grûpên çekdaran bi mebesta standina pereyan ji xelkê Efrîmê, bi hezaran kes bi buhaneyên cuda revandine. 

 

S. B