Bi vîdyo.. Cihûyên Herêma Kurdistanê Cejna Ronahiyê dikin

Cihûyên Herêma Kurdistanê li bajarokê El Qoş ê ser bi parêzgeha Duhokê li ser mezargeha Pêxember Nahom kom bûn û merasîma Cejna Ronahiyê (Xanoka) kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cihûyên Herêma Kurdistanê li bajarokê El Qoş ê ser bi parêzgeha Duhokê li ser mezargeha Pêxember Nahom kom bûn û merasîma Cejna Ronahiyê (Xanoka) kirin.

Cejna Ronahiyê her sal di roja 25ê meha Kîslîfê de ku meha 9emîn a li gor roznameya heyvî ya Cihû ye birêve diçe û 8 rojan berdewam dike.

Di merasîmê de 9 mûm tên vêxistin, 8 mûm ji bo her rojeke cejnê li ser şemedanan tên vêxistin û mûma 9emîn li ser gora Pêxember Nahom tê vêxistin.

Kurdekî Cihû yê bi navê Renc Kohîn di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, Cihûyên Herêma Kurdistanê salane vê cejnê di keşeke tebayî, aramiyê û pêkvejiyanê de pîroz dikin.

Diyar kir jî, hemû olên li Herêma Kurdistanê hene, bi azadî û bê cudahî cejnên xwe birêve dibin.

   

.

 

S. B