Fetih daxwaz ji perlemanê dike bilez biryara dexistina tevaya hêzên bîyanî ji Îraqê bide
Hevpeymanîya Fetih, daxwaz ji Civata Nwênerên Îraqê dike biryareke bilez û biwêrane bide daku tevaya hêzên bîyanî ji axa Îraqê bihên derxistin.
K24- Hewlêr
Hevpeymanîya Fetih, daxwaz ji Civata Nwênerên Îraqê dike biryareke bilez û biwêrane bide daku tevaya hêzên bîyanî ji axa Îraqê bihên derxistin.
Ev hevpeymanî ku Hadî Amirî, serokatî ya wê dike û piranîya girûpên Heşda Şeibî li xwe digire, ragehand,
Ew hêrişa Emerîkayê kirîye ser lîwa ya 45 û 46 a Heşdên Şeibê li devera Qayîm li parêzgarê Enbar, destdirêjîye bo ser serwerîya nîştîmanî û şiko ya Îraqê. Ev kiryarên tawankarî ji alîyê Îraqîyan dihêt redkirin û bersivdan û berengarî her qbûyekê dibin ku peywest be bi serwerî û şikoya Îraqê ve.
Hevpeymanîya Fetih daxwaz ji hêzên nîştîmanî û alîyên sîyasî yên Civata Newêneran dike biryareka bilez û biwêrane bidin û daxwaz ji hikumeta Îraqê bikin, hêzên Emerîkayê û tevaya hêzên bîyanî ji axa Îraqê derxîne derve, çûnku hebûna wan hêzan wek xencerekê ye di leşê welat de.
Gelek in ewên ji evê hêrişa Emerîkayî acizin û nîgeran bûne, lê hêj kesekî wek Ebû Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî, bi tundî dijî burdûmana Emerîkayê dengê xwe bilind nekirîye û gef li Emerîkayîyan nekirîye.
Muhendis di nav qewşîneke alîgirên Heşda Şeibî de, gefa lêpirsînê ji Emerîkayê dike û hoşdarîyê dide û dibêje: Lêpirsînê ji Emerîkayîyan dikîn û kurên vî gelî dê rûbirûyê wan rawestin û rewşek rûdide ku Emerîkayê û balyozê Emerîkayê pêşbînî nekiribin.
Herweha got: Em bêdeng nabîn û Emerîakayî divêt bizanin li Îraqê û Sûriyê çemên xwînê dê rabin.