Li ser rexenegirtinê di torên civakî de, li Tirkiyê 636 kes hatin binçavkirin û girtin

Bi hinceta, ku liser torên civakî operasyona li ser Girêspî û Serêkaniyê rexne kirin e, 636 kes hatine binçavkirin û ji wan 86 kes hatine girtin.

K24- Hewlêr

Bi hinceta, ku liser torên civakî operasyona li ser Girêspî û Serêkaniyê rexne kirin e, 636 kes hatine binçavkirin û ji wan 86 kes hatine girtin.

Ligor daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, bi fermana Serdozgeriyê li hember kesên dijî operasyona Artêşa Tirk a liser Rojavayê Kurdistanê derketin e operasyon hatiye encamdan.

Ligor agahiyan, 636 kes, bi hinceta ku rexne li operasyonê û kiryarên artêş û serbazên Tirk kirin e, hatine binçavkirin.

Wezaretê da zanîn, piştî lêpirsînan 86 kes hatine zîndanîkirin, 250 kes jî, bi kontrola dadî, bi giştî 550 kes hatine berdan.