Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriye: PYDyê nivîsîngeha me, radestî me nekirîye.
Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriye red dike, ku PYD nivîsîngeha wan a sereke li bajarê Qamişlo radestî wan kiribe.
K24- Hewlêr
Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriye red dike, ku PYD nivîsîngeha wan a sereke li bajarê Qamişlo radestî wan kiribe.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD dibêje, ku Nivîsîngeha Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriye li bajarê Qamişlo radestî wê partiyê kiriye. Di vê derbarê de, Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriye, daxuyaniyek belav kiriye û tê de ragihandiye, ku PYD ew nivîsîngeh radestî wan nekiriye. Lêbelê, radestî endamek jikar dûrxistî yê Partiya wan kiriye. Partiya navborî dibêje, ger PYD û HSD di destpêşxeriya xwe de ciddî bin, divê wê nivîsîngehê radestî Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKS bikin, ku Partiya wan partiyeke sereke ji Encûmenê re.
Di 25 Tebax a sala 2018an de grûpek çekdar ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ve, destê xwe danîbû ser Nivîsîngeha Sereke ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriye li bajarê Qamişlo û heta niha jî, ji bo wê nehatiye vegerandin.