Encûmena asayîşa niştîmaniya Iraqê: Êrîşa Amerîka serweriya Iraqê dixe metirsiyê de
Encûmena asayîşa niştîmaniya Iraqê derbarê êrîşa Amerîka ser bargehên Heşa Şebî civiya û ragehand , , êrîşa Amerîka serweriya Iraqê dixe metirsiyê û daxwaza pêdaçna karkirina ligel hêzên hevpeymanan dike.
K24- Hewlêr

herweha diyar dike ku êrîşa Amerîka berojavî armancêb hevpeymaniya navdewletî ye , û Amerîka berjewndiyên wan liber çavan nagire
Ji aliyê xwe ve , Lêvegera Bilinda Şîeyan li Îraqê Elî Sîstanî bombebarana Pêgehên Heşda Şebî ji aliyê Amerîka ve şermezar kir û daxwaz dike Êraq nebe meydana yekalîkirina pirsgirêkan.
Di daxuyaniyekê de nivîsîngeha Elî Sîstanî derbarê bombebarana Heşda Şebî ji aliyê Amerîka radighîne ew wan bûyeran şermezar dikin ku serweriya Îraqê binpê dike. Lêvegera Şîeyn daxwaz ji hikûmetê dike serderiyê ligel van bûyeran bike û tedbîrên pêwîst werbigre. û rêgiryê li destêwerdanên derve bigre.