Muqteda Sedir daxwaz dike pêngavan bihavêjin bo derkirina Emerîkayê ji Îraqê
Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir dûpat dike, berê jî wî hoşdarî daye ku nabe Îraq bikeve di nav milmilanêyên Herêmî û nêvdewletî. Dûpat jî kirîye, heke me berê rê li rêkkevtina di navbera Bexda û Waşitunê kiriba, niha hêza dagîrkar li ser singa Îraqê nediçeqîn.
K24- Hewlêr
Muqteda Sedir, rêberê Rewta Sedir dûpat dike, berê jî wî hoşdarî daye ku nabe Îraq bikeve di nav milmilanêyên Herêmî û nêvdewletî. Dûpat jî kirîye, heke me berê rê li rêkkevtina di navbera Bexda û Waşitunê kiriba, niha hêza dagîrkar li ser singa Îraqê nediçeqîn.
Di twîtekê de, li hijmarte ya taybetî ya xwe, di tora civakî ya Tiwîterê de, Mûqteda Sedir serokê Rewta Sedir derbarê hêrişên Emerîkayê bo ser baregehên Heşda Şeibî dûbre hoşdarîyê dide ji wê ku Îraq bikeve di nav milmilanê yên Herêmî û nêvdewletî.
Tekez jî dike heke berê bi rê ya berxwedana serbazî hevkar bibayîn bo derkirina dagîkaran, evro li ser sînga Îraqê ne diçeqîn. Herweha heke ji bo rêgirtinê ji wê rêkkevtina şermezarane me hevkarî ya hev kiriba, ewa evro rûdide, rû nedida, ku mebesta wî rêkkevtina di navbera Îraq û Emerîkayê ye bo dirêjikirina vemana hêzên Emerîkayê li Îraqê.
Sedir dibêje: Evro, Ez amademe bo derkirina wan hêzan bi rêyên sîyasî û yasayî, erê kes heye bo evê yekê alîkarîya me bike?
Daxwaz ji Îraqîyan jî dike, zû xwe hevgirtî bikin daku bi zûtirîn dem wan derxînin.
Rêberê Rewta Sedir, di tiwîta xwe de, amaje bi wê yekê dike: Hêza dagîrkar bi serkirdatîya Tirampî mifa ji gendlîyan wergirtîye û ji alîyekê dî ve,kelêna di navbera sîyasîyan û gelê Îraqê bi delîve zanîye, lew pêwîste hemû alî ji bo xweşhuzeranî ya xelkê, êdî hizir ji destkevt û desthelatê nekin; nekû poşmanî li benda me ye.
Sedir axivtinên xwe araste ya Emerîkayê jî dike û dibêje: Baş bizanin, em rê nadîn Îraq bibe qada yekalîkirina milmilanêya sîyasî û serbazî, Me Îraqeke bihêz û serbixwe divêt.
