Tirkiye li ser sînorê Sûriyê 48 deverên ewlekariyê radigihîne
Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, 48 dever, wek herêmên ewlekariya taybet hatin ragehandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, 48 dever, wek herêmên ewlekariya taybet hatin ragehandin.
Parêzgariya Dîlokê, 48 deverên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, bo heyama 15 rojan wek herêmên ewlekariya taybet ragihandin.
Parêzgariyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, bi armanca piştevaniya ewlekariya nav axa Sûriyê û parastina mal û canên welatiyan biryara qedexeyê hatiye dayîn û ji welatiyan hat xwestin pabendî biryarê bin.
Li gor daxuyaniyê deverên qedexe lê hatiye ragihandin dikevin ser sînorê Cerablus û Ezazê.
S. B