Pêşnûmeya şandina hêzê ji bo Lîbyayê gihişt Parlamentoyê
Desthilata Tirkiyê amadekariyan dike, bi armanca piştevaniya hikûmeta Trablûsê, serbazan bişîne Lîbyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desthilata Tirkiyê amadekariyan dike, bi armanca piştevaniya hikûmeta Trablûsê, serbazan bişîne Lîbyayê. Projeyasaya Serokomariyê bo şandina serbazan gihîşt Parlamentoya Tirkiyê û Serokatiya Parlamentoyê bo roja Pêncşemê banga Parlamenteran kir. Wezîrê Derve yê Tirkiyê, beyî HDPê, serdana partiyên dijbere yên di nav parlamentoyê kir û piştevanî xwest. Çavuşoglu ji CHPê bersiveke erênî negirt, Îyî Partî jî bersiva erê yan na neda.
Desthilata Tirkiye hewl dide bi awayeke lezgîn di meydana şer ya Lîbyayê de cihê bigre. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu, bi armanca wergirtina piştgiriya parlamenteran, serdana partiyên dijbere kir. Çavuşoglu, li Navenda Giştî ya CHPê de bi Serokê Giştî yê Kemal Kiliçdaroglu re civiya. Da zanîn, ew dixwazin bi awayeke lezgîn biryara şandina serbazan bo Lîbyayê ji Parlamentoyê derxin.
Li gor agahiyan, projeyasaya Serokomariyê gihîşt Parlamentoya Tirkiyê û Serokatiya Parlamentoyê bo roja Pêncşemê banga hemû parlamenteran kir. Her çend gera hikûmetê ji bo piştevaniya yasayê bidome, li gor çavkaniyên serbixwe, şandina çekdarên dijberaya Sûrî destpê kiriye û heta niha 300 çekdar hatina şandin û hezar çekdarên din bo şandinê li Tirkiyê tên perwerdekirin. CHP, dibêje bi serdana Çavuşoglu biryara wan nehatiye guhertin.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê CHP Unal Çevîkoz got: "Şaşiyên li Sûriyê bûne sedemê krîzeke mezin. Em naxwazin ev şaşî li Lîbyayê bên dubarekirin. Em qebûl nakin Tirkiye li Lîbyayê tevlî şerê wekaleyê bibe û ji du aliyan yekê hilbijêre. Aloziya Lîbya êdî kêşeyek cîhanî ye û şûna şandina serbazan divê bi rêyên dîplomasî lêgerîna çareserî hebe."
Îyî Partî, wek CHP biryara xwe bi awayeke vekirî diyar nake. Dibêje, wan hê biryara xwe nedane, gelo piştevaniya projeyê bikin yan na.
Mevlut Çavuşoglu, ji bo wergirtina piştevaniyê serdana HDPê nekir ku di gelek mijaran de HDP li derve tê hîştin. Lê HDP dibêje, ew siyaseta derve ya desthilatê ji binî ve şaş dibînin û di dengdana projeyasaya şandina serbazan de dengê nexêr bikar bînin.