Alîgirên Hizbulah hewl didin bi ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê de bigirin

Bi sedema bombebarankirina çekdarên Hizbulaha Iraqî ji aliyê Amerîka ve, alîgirên wê grûpê îro li Bexdayê kom bûne û hewl didin bi ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê de bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedema bombebarankirina çekdarên Hizbulaha Iraqî ji aliyê Amerîka ve, alîgirên wê grûpê îro li Bexdayê kom bûne û hewl didin bi ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê de bigirin.

Li gor zanyariyan, serkirdeyên diyar ên Heşda Şeibî yên wekî Ebûbekir Mohemdis, Hadî Amirî, Qeys Xezalî, Hemîd Cezaîrî û Hesen Salim di nava rêzên ew kesên hewl didin bikevin nava Balyozxaneyê de ne.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, alîgirên Hizbulah ala Amerîkayê şewitand û dixwazin ji pireya Moeleq ve bicin nava Navçeya Kesk ku balyozxaneya Amerîka û ên welatên din lê ne.

 

 

S. B