Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im di sala nû de nexweşî û nearamî li navçeyê bidawî bibe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sersala nû ya zayînî 2020, di peyamekê de pîrozbahî arasteyî welatiyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sersala nû ya zayînî 2020, di peyamekê de pîrozbahî arasteyî welatiyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir û ragihand: “Hêvîdar im sala nû, saleke hemû xweşî, aştî, dawîhatina nexweşî û nearamiyê li navçeyê be.”
Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat; “Bi boneya serê sala zayînî, pîrozbahiyeke germ li hevniştimanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû, saleke hemû xweşî, aştî, dawîhatina azaran û nearamiyê li navçeyê be.”
Herwiha di peyamê de hat; “Hêvîdar im di sala nû de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare karnameya xwe bi baştirîn awa bicih bike û xweşguzarî û geşepêdana aborî di hemû waran de peyda bibe, ji bo bikaribe xizmeteke hêjayî pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê bike, bêgûman ev jî girêdayî ye bi rewşa Iraq û bicihbûna aştî û aramiyê li navçeyê.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Hêvîdar im bi piştevaniya xwedêyê mezin û xelkê niştimanperwer û dilsoz, Kurdistan ji hemû pêşhatên nexweş û nexwastî parastî be.”
S. B