Balyozê Amerîka ji balyozxaneyê derket û çû cihekî ne diyar
Medyaya Iraqê belav kir, Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Toler bi sedema kombûna alîgirên Hizbulah li pêş balyozxaneyê, ji balyozxaneyê derketiye û ber bi cihekî nediyar ve çûye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medyaya Iraqê belav kir, Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Toler bi sedema kombûna alîgirên Hizbulah li pêş balyozxaneyê, ji balyozxaneyê derketiye û ber bi cihekî nediyar ve çûye.
Alîgirên Hizbulaha Iraqî îro li pêş Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê kom bûne û nerazîbûna xwe li hember bombebarankirina çekdarên wê grûpê derdibirin û her diçe hejmara wan zêde dibe.
Roja yekşema bûrî hejmarek ji firokeyên bêfirokvan ên Amerîka 5 baregehên Hizbulaha Iraqî ya ser bi Heşda Şeibî ve li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê bombebaran kiribûn.
Di encama bombebaranê de, 25 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û zêdetir ji 50 çekdarên din jî birîndar bûbûn.
S. B