Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê ber bi geşbûn û çaksazî û aramiyê diçe
Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya zayînî, peyamek belav kir û tê de nivîsî, Spas ji bo xwedayê mezin û cangoriya Pêşmerge û xweragiriya xelkê, niha Herêma Kurdistanê berev geşbûn û çaksazî û aramiyê ve hengavan diavêje.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî bi boneya serê sala nû ya zayînî, peyamek belav kir û tê de nivîsî, Spas ji bo xwedayê mezin û cangoriya Pêşmerge û xweragiriya xelkê, niha Herêma Kurdistanê berev geşbûn û çaksazî û aramiyê ve hengavan diavêje.
Serok Barzanî di peyama xwe de behsa rewşa niha ya Iraqê dike û nivîsî: Nabê aliyên Iraqî rê bidin welatê wan bibe qada yekalîkirina girift û gengeşe û berjewendiyên xelkekî din.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya zayînî germtirîn pîrozbahiyê li hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û ji bo wan hêviya xêr û xweşiyê dixwazim. Li vê helkeftê da bi pêwîstî dizanim spasî xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê bikim ku li qonaxên cûr bi cûr da bi rûyê gefan da rawestan û dijwarî û zehmetiyeke zêde dîtin.
Spas ji bo xwedayê mezin û cangoriya Pêşmerge û xweragiriya xelkê, niha Herêma Kurdistanê berev geşbûn û çaksazî û aramiyê ve hengavan diavêje. Bi li berçav girtina wê rewşa nebaş ku li Iraqê da heye, em herdem xwazyarê çareserbûna kêşeyan û jiyanekî serbilindane ji bo hemû xelkê Iraqê bûne û li salên derbasbûyî de gelek car me hişyariya ewe daye ku Iraq berev hildêrê ve diçe û me tekez li wê yekê kiriye eger bingehên hukmekî medenî û destûr neyê bi cîh kirin Iraq tûşî çarenivîsekî nediyar dibe.
Niha jî bi dilgiraniyeke zêde ve girjî û rûdan û pêşhatên vê dawiyê ya Iraqê dişopînîn. Li vê baweriyêdayîn ku nabê aliyên Iraqî rê bidin welatê wan bibê qada yekalîkirina girift û gengeşe û berjewendiyên xelkekî din. Her wiha bi hemû awayekê piştgîriyê li daxwazên rewayên xwepêşanderan û vegerana aramî û rasterêbûna proseya siyasî ya Iraqê dikin û li gel her guhertinek dayîn û yarmetîderê her rêyek dibîn ku bibê sedema çareserbûna kêşeyan û pêkanîna dadperwerî û daxwaziyên xelk. Li gel wan hemûyan da jî her hewlek red dikîn ku bibe sedema paşvekêşiya demokrasiyê yan ewê maf û destkeftê pêkhatan û gelê Kurdistanê bixe bin gefan ve. Ji ber ku sedema serekiya giriftên Iraqê binpêkirina destûr û îdaredana şaş û takrewî bûye neku maf û destkeftên gelê Kurdistan û pêkhatan.
Di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û karubarê Hikûmeta Herêmê, piştgîriya bername û karê Serokayetiya Herêmê û Parlemen û Hikûmeta Herêmê dikîn ji bo birêvebirin û çespandina çaksaziyê ku daxwaziyên xelkê Kurdistanê û zêdetirê aliyên siyasiyane. Her wiha tekez jî li ser bihêztir kirina bingehên pêkvejiyan û kûrtirkirina wê çanda bilinda gelê xwe dikin ku bûye sedema tebayî û aştî û birayetiya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên gelê Kurdistanê û vê pêkvejiyanê wekî bînahiya çavên xwe diparêzîn.
Li dawiyê da hêviya wê yekê dixwazim sala nû sala xweşî û bexteweriyê bê, ji bo hemû hemwelatiyên Kurdistan û Iraqê û aştiya giştgîr li navçeya me û cîhanê da pêkbê.
Mesûd Barzanî
31.12.2019