Adil Ebdulmehdî: Ewên hêriş dikin ser balyozxane ya Emerîkayê dê bihên sizadan

Adil Ebdulmedî, serok wezêrê karbirêker ê Îrqê, hoşdarîye da wan kesên hêriş dikin ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda û daxwza ji xwenîşanderan dike xwe ji balyozxaneyê dûr bixin û ew kesên hêriş dikin dê bihên siza dan.

K24- Hewlêr

Di beyannameyekê de, ku evro Adil ebdulemedî, fermandeyê giştîyê hêzên çekdarên Îraqê  belav kirîye, daxwaz ji xwenîşandaran dike  ku hemû  ji balyozxaneya Emerîka dûr bikevin.

Herweha di wê beyannameyê de hatîye,  her karek dijî balyozxane û nwênerîya welatan li Îraqê bihêt; encamdan hêzên ewlekarîyê bi tundî bersiva wan kesan didin û wan dê hevrûşî tundtirîn sizayên yasayî bibin.

Evro, Sêşembîyê, mîlîşyayên Esayîb Ehlulheq li gel alîgirên Hizbûllaha Îraqê û Heşda Şeibî dest bi xwenîşandanan kirin li pêş balyozxane ya Emerîkayê û dûv re hêriş kirin ser balyozxaneyê wek derbirîna narezayê beranber hêrişa Emerîkayê bo ser baregehên Heşda Şeibî li Îraq û Sûriya.