Tiramp: Îran Berpirse

Serokê Emerîkayê, Donald Tiramp derbarê xwenîşanderên alîgirên Heşda Şeibî li pêş balyozxane ya Emerîkayê û rûdana bûyerên tundûtîjîyê, peyamek belav kir di tiwîterê de.

K24- Hewlêr

Serokê Emerîkayê, Donald Tiramp derbarê xwenîşanderên alîgirên Heşda Şeibî li pêş balyozxane ya Emerîkayê û rûdana bûyerên tundûtîjîyê, peyamek belav kir di tiwîterê de.

 Di peyamê de, Donald Tiramp nivîsîye, Îran berpirsê serekîye ji hêrişkirine ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda. Nivîsye jî, Îranê ew sozdarê Emerîkî kuşt, me jî bi tundî bersiva wê da

Herweha nivîsîye, ew hêrişas hatîye kirin bo ser balyozxane ya Emerîkayê, Îranê rêkxistîye û bi Îraqê jî re gotîye: Divê balyozxane ya Emerîkayê li Bexda biparêze.