Heşda Şeibî: 62 xwenîşander li nêzîk balyozxane ya Emerîkayê birîndar bûn

Hêzên Heşda Şeibî ragehand, ji encama teqe û bikarhînana gaza hêsiran ji alîyê balyozxane ya Emerîkayê ve li Bexda 62 hevwelatî yên xwenîşander birîndar bûne.

K24- Hewlêr

Hêzên Heşda Şeibî ragehand, ji encama teqe û bikarhînana gaza hêsiran ji alîyê balyozxane ya Emerîkayê ve li Bexda 62 hevwelatî yên xwenîşander birîndar bûne.

Evro, girûpên ser bi Heşda Şeibî bo veşartina termên kuştîyên Heşdê, merasîmek li pêş balyozxane ya Emerîkayê li devera Kesik encamdan û hewil dan biçin nav balyozxaneyê de.

Ji encama pêkdadan û bikarhînana gaza hêrsiran 62 kes birîndar bûn e, li gor ku Heşda Şeibî di beyannameyekê de ragehandîye.

Ragehandina Heşda Şeibî, ragehandîye jî, ku hejmarek ji wan birîndaran  di rewşeke ne akincî de ne, çûnku pişka serve ya leşê wan ber lêdana fîşek û bombên gaza hêsiran ketîye.