Balyozxane ya Emerîkayê li Bexda hoşdarîyê dide hevwelatîyên welatê xwe li Îraqê

Balyozxane ya Emerîkayê li Bexda hoşdarî daye hevwelatîyên welatê xwe li Îraqê û daxwaz ji wan kir, xwe nêzîkî balyozxane ya Emerîkayê nekin.

K24- Hewlêr

 Balyozxane ya Emerîkayê li Bexda hoşdarî daye hevwelatîyên welatê xwe li Îraqê û daxwaz ji wan kir, xwe nêzîkî balyozxane ya Emerîkayê nekin.

Balyozxane ya Emerîkayê di beyannameyekê de, sedema evê hoşdarîyê bo berdewambûna wan xwenîşandanan vegerandîye ku endam û alîgirên Heşda Şeib li pêşîya balyozxane ya Emerîkayê li Bexda encam dayîne, wek nerzîbûnek beraneber hêrişên Emerîkayê bo ser pêgehên Hizbûllah a Îraqê li Rojava ya parêzgeha Enbar.

Balyozxane ya Emerîka di wê beyannameyê de tekez dike: Nabe bi ti awyekê hevwelatîyên Emerîkayê ji avahîya balyozxaneya me li Bexda nêzîk bibin.

Amaje bi wê yekê jî da ye, pêwîste hevwelatîyên Emerîkayê bo alîyê ewlekarîya taybetî ya xwe vegerin û di her kawdaneka nişkav de pena bo wê bibin.

Tekez jî kirîye,  di egera rûdana her kawdaneke nû de, hevwelatîyên xwe bi rêya Internêtê haydar dikin.