Bi van nêzîkan Heşda Şeibî tevaya serbazgehên Emerîkayê li Îraqê dorpêç dike
Ebû Wela welayî, emîndarê giştî yê Ketîbeyên Seyîdûşûheda ya ser Heşda Şeibî tekez kir, bi van nêzîkan Heşda Şeibî tevaya serbazgehên Emerîkayê li Îraqê dorpêç dike.
K24- Hewlêr
Ebû Wela welayî, emîndarê giştî yê Ketîbeyên Seyîdûşûheda ya ser Heşda Şeibî tekez kir, bi van nêzîkan Heşda Şeibî tevaya serbazgehên Emerîkayê li Îraqê dorpêç dike.
Ev gotina Wela Welayî, emîndarê giştî yê Ketîbeyên Seyîdûşûheda di tiwîtekê de hatîye, ku di hijmarte ya taybetî xwe de li tora civakî ya Tiwîterê de belav kirîye. Tekez jî kirîye, wek çawa evro, Heşda Şeibî, belkû şeiba Heşdî balyozxane ya (şer)ê li Bexdayê dorpêç kirîne li Bexdayê, bi van nêzîkan jî tevaya serbazgeh û baregehên Emerîkî yên (bikuj) li seranserî Îraqê dê bihên dorpêçkirin. Herweha balyozxaneyên dûvelankên wê, wek balyozxane ya Seûdîye, Îmarat, Behreyîn û yên din jî dê dorpêî dikin. Li gor gortinên wî, ev welatên hanê li dijî Îranê piştîvanîya Emerîkayê dikin li deverê.
Amaje bi wê yekê jî da, ku ewa evro li Bexdayê rûdide, ji dorpêçkirina balyozxane ya Emerîkayê li Bexda, dirêjedan û berdewamî ya wê dorpêça balyozxane ya Emerîkayê ye li Tehranê li sala 1979.