Derazînka dûyem a balyozxane ya Emerîkayê jî hate şewitandin

Xwenîşanderên ser bi Heşda Şeibî derazînka balyozxane Emerîkayê ya dûyem jî li bajarê Emerîkayê şewitandin.

K24- Hewlêr

Xwenîşanderên ser bi Heşda Şeibî derazînka balyozxane Emerîkayê ya dûyem jî li bajarê Emerîkayê şewitandin.

Xwenîşanderên Îraqî daxwaza derkirina artêşa Emerîkayê ji axa Îraêq dikin.

 Şewitandina evê derazînêkê, piştî wê yekê dihêt, ku wezîrê derve yê Emerîkayê Mayîk Pompêw ragehandibû, serok komar û serokê wezîrê karbirêkerê Îraqê soz dane balyozxane ya wan biparêzin.

Hevdem hêzeka taybet ji artêşa Îraqê li pêş balyozxaneyê hatîye belavkirin bo paraztina balyozxaneya Emerîkayê ji xwenîşanderên ser bi Heşda Şeibî.