Emerîkayê hêz livand

Çend berpirsekê Emerîkayî bi ajansa nûçe ya Royeterz re ragehandî ye, bbo desteberkirina asayîşê balyozxaneya wan hêzên zêdetir hatîne şandin bo devera Kesik li Bexda.

K24- Hewlêr

Çend berpirsekê Emerîkayî bi ajansa nûçe ya Royeterz re ragehandî ye, bbo desteberkirina asayîşê balyozxaneya wan hêzên zêdetir hatîne şandin bo devera Kesik li Bexda.

Li gor zanyarîyên wê ajansê ew hêz li derdorê balyozxane ya Emerîkayê li Bexdayê belav bûye.

 Hevdem li gor zanyarîyên malperên Îraqê , balyozxane ya Emerîkayê bi bilindgoyê bi xwenîşdaneran re ragehandîye, hêzeke pir çeka ewlekarîyê di nav balyozxaneyê de ne û wan ferman heye teqeyê li her kes bikin ku hêriş bike ser balyozxaneyê.