Pompeo serkirdeyên Heşda Şeibî bi terorist û birîkarên Îranê binav dike
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo wêneyên 4 serkirdeyên Iraqê belav kir û got: “Van teroristan plana girtina ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê dariştiye”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo wêneyên 4 serkirdeyên Iraqê belav kir û got: “Van teroristan plana girtina ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê dariştiye”.
Wezîrê Derve yê Amerîka li hejmara xwe ya taybet li tora civakî “Twitter” wêneya Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmihdî Mohendis, Damezrênerê Hizbulaha Iraqê Hadî Amirî û Serokê Mîlîşyaya Asayib Ehulheq Qeys Xezalî belav kirin.
Pompeo Ebûmihdî Mohendis û Qeys Xezalî bi terorist binav dike û Hadî Amirî û Falih Feyaz jî bi birêkarên Îranê binav dike.
Roja 31ê Berçileya 2019an alîgirên Hizbulaha Iraqê li pêş Balozxaneya Amerîka li Bexdayê kom bûn û nezarîbûna xwe ji bombebarankirina pêgehên Hizbulah li Iraq û Sûriyê nîşan dan.
Di encama bombekirinê de 28 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û zêdetir ji 50 çekdarî birîndar bûn.
Hêzên Heşda Şeibî ragehand, ji encama teqe û bikarhînana gaza rondirêj ji alîyê balyozxaneya Emerîkayê ve, 62 kes birîndar bûne.
S. B