Tirkiye ji şer re amade ye

Tirkiye radigihîne, ew ji her şerekî re amade ne û niyaza wan a vekişîna ji Idlibê nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye radigihîne, ew ji her şerekî re amade ne û niyaza wan a vekişîna ji Idlibê nîn e.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji medyaya welatê xwe re ragihand, hikûmeta Sûriyê rêkeftina agirbestê li Idlibê binpê dike û daxwaz ji Rûsyayê jî kir, desthilata xwe bikar bîne, ji bo rawestandina operasyonên artêşa Sûriyê li Idlibê.

Derbarê egera derketina şer û pevçûnan di navbera artêşa Tirkiye û artêşa Sûriyê de, Akar ragihand, ew ne bi niyaz in ji Idlibê vekişin û ew ji her egerekê re amade ne.

Ev daxuyaniya Akar di demekê de ye, ji roja 19ê Berçileya bûrî ve  hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Sûrî û Rûsî dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û heta niha grûpên çekdarên opozîsyonê hin navçeyan vekişiyane û 3 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê katine herêmên ku di destê rêjîma Sûriyê de ne.

Ji aliyekî din ve û girêdayî bi rewşa Idlibê ve, Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, armanca wan ji şerê Ii Idlibê ew e, dawî li terorê bînin, ku li ser Sûriyê gefek e.

 

S. B