Li Silokê teqîn.. 3 sivîlan canê xwe jidest dan

Li başûrê Girê Sipî teqînekê rû da û di encamê de kesên sivîl canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li başûrê Girê Sipî teqînekê rû da û di encamê de kesên sivîl canê xwe jidest dan.

Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî ragihand, li bajarokê Silokê yê li parêzgeha Reqayê teqînek bi riya otombîleke bombekirî re hate kirin û encamê de 3 kesên sivîl canê xwe jidest dan û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Bajarokê Silok di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû û di dema dawî di êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de kete destê grûpên çekdarên.

Li gor zanyariyên Rewagehê, ji 3 mehan ve 21 teqîn li deverên rojhilatê Firatê yên ji aliyê çekdarên Sûriyê ve hatine dagîrkirin hatine kirin û 41 kesên sivîl bûne qurbaniyên wan teqînan.

Pêştir, Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno berpirsatiya rûdana teqînan li Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû stûyê Tirkiyê û gotibû, armanca Tirkiyê ew e, xelkê sivîl koçber bibin û guhartina demografî li wan herdu bajaran bicih bike.

  

S. B