Li Parlemana Iraqê kar bo derkirina hêzên Amerîkî tê kirin
Endamekî Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî radigihîne, ew li nava parlemanê îmzeyan ji bo derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê kom dikin û li gor yasayê, rêkeftina ewlehiyê û odeya operasyonên hevbeş ên bi Amerîka re tên hilweşandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamekî Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî radigihîne, ew li nava parlemanê îmzeyan ji bo derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê kom dikin û li gor yasayê, rêkeftina ewlehiyê û odeya operasyonên hevbeş ên bi Amerîka re tên hilweşandin.
Parlemanterê ji Hevpeymaniya Fetih Seid Xezalî ragihand, navnîşana sala 2020an dibe, na ji hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê re û tekez kir, serweriya ji hemû aliyê ku dixwazin ziyanê bigihînin Iraq û gelê wê re Iraqê hêleke sor e.
Xezalî dibêje: Me îmze kom kirine ji bo yasayeke taybet bi derkirina hêzên Amerîkî bikeve bernameya karê rûniştina parlemanê û bi hemû hêzên xwe kar ji bo derbaskirina wê yasayê dikin.
Ew parlemanterê ser bi Hevpeymaniya Fetih ve diyar dike, serweriya Iraqê li pêş her tiştî ye, ew li pêş du riyan in, yan dê bibin xwedî serwerî, yan ewê welatê xwe bixin bin kontrola hejmûna Balyozxaneya Amerîkî, bê gûman jî ew rê nadin ev pirs dubare bibe.
Ev yek piştî wê tê, Amerîka 5 binkeyên Hizbulaha Iraqî li Iraq û Sûriyê bombebaran kiribû, di encamê de jî 28 çekdar hatibûn kuştin û 48 çekdar jî birîndar bûbûn.
Ji duhî ve jî alîgirên Heşda Şeibî li pêş Konsolxaneya Amerîka li Bexdayê kom dibin û nerazîbûnên xwe nîşan didin.
Di dawî pêşhat dejî îro Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de ji bo rêzgirtin li heybeta dewletê, daxwaz ji alîgirên xwe kir, ji derdora Balyozxaneya Amerîkî vekişin.
S. B